Artêşa DYA 3 baregehên xwe yên li Qeterê girt

DYA li Rojhilata Navîn planên xwe yên nû digerîne.
Di vê çarçoveyê de, Amerîka 3 baregehên xwe yên li Qeterê ku ji bo depokirina çekan bikar dianî, girt. Ev hêz jî ji bo Urdinê hatin veguhestin.
CENTCOM jî ragihand ku wê ev hêz niha girêdayî beşê wan yê li Urdunê bin.

Li Rojhilata Navîn, bicihkirina hêzan ji nûve tê çêkirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA jî li herêmê hêzên xwe ji nûve bicih dike û dabeşkirina wan çêdike.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya artêşa DYA ‘Stars & Stripes’ hatî weşandin de, wiha hat gotin:

Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) 3 baregehên leşkerî yên li Qatarê, ku ji bo depokirina çekan bikar dianî, vala kir û alavên wê veguheztin Urdunê.

Di daxuyaniya ku ji aliye Pentagon ve hat dayin de, hat agahdarkirin ku tevî Navenda Es-Seyliye, Başûrê Es-Seyliye û Falcon yên ji bo depokirina çekan dihat bikaranîn hatine girtin.

Li gorî daxuyaniyê, li Barageha Es-Seyliye; tevî 27 depoyên ku tê de tank, barhilgirên zirxî û alavên cûrbecûr hebûn.

Her wiha li herêmê wekî yek ji navendên lojîstîkî yên DYA yê herî baş dihat dîtin.

Li aliyê din, di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya DYA (CENTCOM) de, hat diyarkirin ku alavên ku ji 3 baregehan hatine veguheztin û mîsyona piştgiriyê ya li wir niha girêdayî Koma Piştgiriya Herêmî ya Urdunê bûne.

Rojnameya Wall Street Journal di nûçeyek xwe ya meha derbasbûyî de ragihandibû ku Amerîka beşek ji hêzên xwe yên li Iraq, Kûwêt, Urdin û Erebîstana Siûdî bipaşde kişandiye.

Back to top button