Aloziya Misirê û Sûdanê ya bi Etiyopyayê re geştir dibe

Misir û Sûdanê ji bo bendava li ser çemê Nîlê ku Etiyopyayê bêyî peymanê daniye helwest nîşan dan.

Beriya civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ku pênçşemê wê pêk were rageşiya di navbera Misr, Sûdan û Etiyopyayê de geştir dibe.

Bendava El Nehda ku ji hêla Etiyopyayê ve li ser Çemê Nîlê ava kiriye, li nav Misr û Sûdanê bûye sedema rageşiyê.

Beriya civîna Konseya Ewlehiyê, Wezîrê Karê Derve yê Misrê Sameh Şukrî li gel hempîşeyê xwe yê Sûdanî Merîem el-Mehdî li New Yorkê rûnişt.

Piştî rûniştinê wezîran bi daxuyaniyeke hevbeş pêngava despêkirina bendavê bi tundî redkirin û daxwaza piştevaniyê ji Konseya Ewlehiyê ya NY kir.

Tê diyarkirin Etiyopya plansaziya wê dike ku karê dagirkirinê Tîrmeh û Tebaxê biqedîne.

Li ser daxwaza Tûnisê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Pênçemê wê bi rojeva bendvavê kom bibe.

Etiyopya li dijî vê civînê ye lê tê payin ku ew jî tevlî civînê bibe.

Back to top button