Îran: Di danûstandinên li gel Riyadê de pêşketin hene

Îranê ragihand ku di danûstandinên navbera Tahran û Riyadê de pêşketinên hene û ev yek jî bi erênî nirxand.

Berdevkê Wezareta Derve Seîd Xatîbzade got:

“Divê rayedarên Erebîstana Siûdiyê zanibin Îranê her tim xwest ku welatên herêmê bi xwe aştî û ewlehiya herêma Kendavê biparêzin.”

Xatîbzade diyar kir ku ji bo bidestxistina encamên erênî, ew her tim diyalogê pêşwazî dikin û danûstandinên bi Siûdiyê re bi erênî binav kir.

Her wiha Berdevkê Hikumeta Îranê Elî Rebîhî diyar kir ku li ser pirsgirêkên di navbera wan û Erebistana Siûdiyê de danûstandinên dostane têne kirin û di danûstandinan de pêşkeftin hene.

Back to top button