Efrîn..Di girtîgehên çeteyan de destdirêjî li du jinan hat kirin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dikin.
Di girtîgehên çeteyan de destdirêjî li du jinan hat kirin.
Dewleta Tirk a dagirker ji ber rexneyên rêxsitinên mafên mirovan, çeteyên ku ji Xota anîne weke kesên Êzîdî nîşan dide.

Li Efrîna dagirkirî, hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan her diçe zêde dibin.

Malpera Afrinpost ragihand ku serçeteyekî koma bi navê ” Polîsê Leşkerî ” ya girêdayî dagirkeriya Tirk di girtîgeha xwe de destdirêjî li du jinan kir.

Li gorî malperê di girtîgeha gundê Maratê ya Efrînê de çeteyê bi navê Mihemed Hemadîn destdirêjî li du jinên bi navê Zêneb û Hedîl kirin.

Ji bo ku sûcên destdirêjiyê bê veşartin, wî çeteyî 20 hezar dolar da kesên lêpirsînê pê re dikirin.

Ne tenê ev jî, her du jinan bi tewanên ku derew û rûreşiya bi zanebûn kirine, hatin dadgehkirin.

Ji dema dagirkerina Efrînê ve çeteyên dewleta Tirk di girtîgehên xwe de detdirêjî li jinan dikin.

Di Gulana sala borî de di encama bihevketina çeteyan, li taxa Mehmudiyê yê Efrînê girtîgehek jinan hat dîtin.

Li gorî kesên ku ji girtîgeha Maratê hatine berdan, heman çeteyê bi navê Hemadîn û çeteyên din destdirêjî li 33 jinan kirine.

Dewleta Tirk çeteyên ku li Efrînê bicihkirin weke sivîlên Êzîdî nîşan dide 

Li aliyekî din, dewleta Tirk a dagirker li Efrînê çeteyên ku ji Xota ya Şamê anîne weke kesên Êzîdî nîşan dide.

Malpera Êzdîne ragihand, ji ber rexneyên Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî sûcên ku dagirker li hember Êzîdiyên Efrînê pêk anîne, dewleta Tirk çeteyên ku ji Xota anîne weke kesên Êzîdî nîşan dide.

29’ê Hezîrana borî, civînek di navbera nûnerên civaka êzîdiyan û nûnerên çeteyên ku ji Xota ya Şamê hatine, hat li dar xistin.

Malperê diyar kir kesên ku bi navê civaka Êzîdî beşdarî civînê bûne, çete ne, li Efrînê hatine bicihkirin.

Navên wan jî weha ne, Weid El-Mistefa, Ismaîl Hec Bekrî, Mihemed Moqet, Larîn Cisrî û Ehmed Reşwanî.

Li gorî belgeyên ku Malpera Êzdîne bi dest xistine, mafê çeteyên ku hatine bicihkirin heye ku li hemû gundên Êzîdî mizgeft û dezgehên olî ava bikin.

Her weha hemû mal û milkên Êzîdiyan yên hatine kocberkirin li ser malbatên çeteyan bê parvekirin.

Back to top button