
Êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê bê navber berdewam dikin. Dagirkeriyê gundê û bendava Şehbayê bi dijwarî topbarankirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Medîq, Semoqa û Bendava Şehbayê yên kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin.
Agahiyên derbarê encamên topbaranê de heta niha nihatin bidestxistin.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojavayê Girê Spî topbaran kirin.
Gundên têne topbarankirin ev in: Bîr Kino, Bîr Kitik, Sewan, Erîda, Fireyan, Bîr Zinar, Ereb, Qezelî û depoyên wê yên genim.
Agahiyên têkildarî ziyanên topbaranê nehatin bidestxistin.
Şevê din jî 4 balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser gundên navborî digeriyan.