AMERÎKA NIYET DIKE KU MUHAFIZÊN ŞOREŞÊ YÊN ÎRAN BIXE LÎSTEYA TERORÊ

Rojnameyên Emerikayê diyar kirin ku DYA dixwaze Muhafizên Şoreşê yên Îranê bixe lîsteya rêxistinên terorîst.
Îranê jî bersiv da û diyar kir ku eger gavek weha were avêtin ewê jî artêşa Amerîka bixin lîsteya xwe ya terorê.

Rojnameya The Wall Street Journal duh ragihand ku Amerîka plan dike Artêşa Muhafizên Şoreşê yên Îranê bixe lîsteya rêxistinên terorîstan.

Bi vê yekê wê Amerîka gelek zextan li ser vê hêzê çêke.

Rojnameyê li ser zimanê berpirsên rêveberiya DYA’yê ku navên xwe eşkere nekir, ragihand ku DYA dê vê biryarê roja duşemê ragihîne.

GER EMERÎKA WIHA BIKE EM Ê JÎ ARTÊŞA WÎ BIXIN LÎSTEYA TERORÊ

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Polîtîkaya Derve ya Parlamentoya Îranê Haşmetullah Felahatpîşe jî li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv da û got:

Heke Muhafizên Şoreşê yên Îranê bikevin lîsteya komên terorîst a DYA’yê, em ê artêşa wî welatî li kêleka DAIŞ`ê bixin lîsteya reş a terorê.”

Leave a Reply

Back to top button