Parlementer HDP’ê Gergerlîgolû hate berdan-HAT NÛKIRIN

Parlementerê HDP’ê Omer Farûq Gergerlîoglû piştî zêdeyî sê mehan ji girtîgehê derket. Gergerlîoglû ku piştî derketina li girtîgehê li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da û diyar kir ew mafdar in ji ber wê jî ew gav bi paşve navêjin û ew ê heya dawî li ber xwe bidin.

Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farûk Gergerlîoglû piştî zêdeyî sê mehan ji Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hat berdan.

Gergerlî Oglû piştî ku ji girtîgehê derket yekser berê xwe da avahiya navenda giştî ya partiyê ya Enqerê û civîneke çapemeniyê lidarxist.

Parlementerên HDP’ê jî di civînê de amade bûn.

Gergerlîoglû axaftina xwe bi gotina “Em li ku derê mabûn” destpêkir û da zanîn wan heya dawiyê got ku jiyana wan berxwedan e, berxwedan jiyan e.

Gergerlîoglû wiha dewam kir,

“Me got bijî biratiya gelan. Wateyek pir girîng ya wê heye. Ez wiha ji meclîsê derketim, wiha jî wegeriyam. Di encamê de dema em ji meclîsê derketin me got ku em mafdarin, bihêzin û emê serbikevin. Ji ber ku em mafdarin em bihêzin.”

Gergerlîoglû da zanîn dema ew hat girtin wî ji du tiştan bawer dikir û diyar kir ya yekemîn di aliyê huqûqî de ew mafdarbûn, ya duyemîn jî wijdana raya giştî bi wan re bû û got,

“Me bi berxwedanê qezenç kir. Em gav bi paşve na avêjin û em ê heya dawî li berxwe bidin, ji ber ku em mafdarin. Di serî de ez vê serketinê pêşkêşî gelê me dikim.”

Back to top button