Li bajarê Himsê 2 kes ji hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li bajarê Himsê di encama teqîna mayînekê de 2 kes ji hêzên Hukumeta Şamê hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan SHOR-ragihand ku li ser riya Sexna ya Himsê mayinek di otobîseke hêzên Hikumeta Şamê de teqiya.

Di encama teqîna mayînê de 2 kes ji hêzên Hikumeta Şamê hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Her wiha operasiyonên Rusyayê yên paqijkirina bajarê Himsê ji şaneyên DAIŞ’ê berdewam e.

Balafirên şer ên Rûsî bi zêdetirî 30 êrişên hewayî çola Himsê bombe kirin,

Back to top button