“Parastina DAIŞ’ê ne tenê erka Rêveberiya Xweser e divê dewletên din jî bi erka xwe rabin”

Cîgirê Desteya Hevserokatiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Hiqûqnas Hesen Mistefa diyar kir ku hebûna DAIŞ’ê li ser herêmê û tevahî cîhanê xeter e.

Hesen Mistefa têkildarî mijar axivî û wiha got:

“Hebûna çeyteyên Daişê li DAIŞ’ê li kampa Holê û navnedên girtîgehên girêdayî QSD’ê êdî pirsgirêkeke cidî ye.

Ji ber vê yekê divê bi rêbazên rast û durist werin çareserkirin.

Hesen Mistefa dazanîn ku ev pisgirêka parastina DAIŞ’ê ne tenê pirsgirêka Rêveberiya Xweser, pirgirêka hemû dewletên ku welatiyên wan di nav DAIŞ’ê de ne ye.

Mistefa di berdewamiya nirxandina xwe de balkişand li ser hevkariya DAIŞ’ê bi dewleta Tirk re û got:

“Dewleta Tirk û DAIŞ di nav têkiliyên de ne, dewleta Tirk girtîgehên ku endamê DAIŞ’ê têdebûn bombebaran kir û di encam de gelek çete reviyan.

Ger xeteriyeke li ser van girtîgehan hebe, dewleta Tirk berpirsiyar e.”

Hesen Mistefa di dawiyê de bang dewletên ku welatiyên wan di girtêgehên DAIŞ’ê dene bigrin.

Back to top button