Rêveberiya Xweser a Şengalê hesab ji berpirsyarên êrişa 5’ê Tîrmehê xwest

Têkildarî êrîşa ku artêşa Iraqê li dijî çalakvanên xwepêşandana Xanesorê ya 5’ê Tîrmehê de pêk anî, Rêveberiya Xweser a Şingalê Daxuyaniyeke weşand.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de bibîrxist ku xwepêşandan ji bo xwedîderketina li tevahiya Iraqê bû, her wiha xwest ku hesab ji kesên ku êrîş kirine were xwestin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir, ji dîmenên di dema êrîşê de tê xuyakirin ku leşkerên Iraqê bi zanebûn sivîlan dike armanc.

Rêveberiyê zanîn ku qanûnên Iraqê destwerdana çalakvanan ji aliyê artêş û hêzên taybet ve qedexe kiriye. Tenê hêzên polîsan dikarin li wir amade bin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku heger hisab ji vê bûyerê neyê xwestin, dibe ku gef û metirsiyên li ser civaka Êzidî bi vî rengî zêde bibin.

Di dawiyê de jî Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî yên mafên mirovan kir da ku li ber van êrîşan rabin.

Back to top button