Hikûmeta Şamê nahêle pêwîstiyên derman derbasî kampên koçberê Efrînê bibe

Koçberî û zehmetiyên wê ne bes in, bi ser de jî dorpêça bi salan.. Efrîniyên li Şehbayê, bi her awayî êş û zehmetiyan ji ber dorpêça ji aliyê Hikumeta Şamê ve hatiye sepandin, dikişînin.. Derman, sotemenî û kelûpelên jiyanî peyda nabin û desteya Tendursitiyê jî hişyariya tunebûna dermanan da.

Hiştina ji cih û warê xwe re, derbasî sala çaran dibe, lê planên li ser wan bi dawî nehatin.

Efrîniyên li Şehbayê dimînin, piştî koçberiyê, niha jiyan li wan teng dibe û sînor li ser wan asê dibin.

Hikûmeta Şamê rêya derbaskirina hemû pêdviyên jiyanê, weke derman, sotemenî û kelûpelên jiyanê radiwestîne û azarên bihtirî 300 hezar kesî zêdetir dike.

Desteya Tendursitiyê hişyariyê dide ku ji ber dorpêça Hikûmeta Şamê, derman li cem wan gelekî kêm bûye û ber bi tunebûnê ve diçe.

Nexasim ku gelek nexweşî mîna Laşmaniya belav bûne û pileya germê dibe zemîneke ji bo rûdana metirsiyên mezin.

Sotemenî yek ji pêdviyên sereke yên rêveçûna jyanê ye û qutkirina wê jî, dihêle zehmetî duqat bibin.

Dorpêça fetisandinê roj bi roj hişk dibe û pirs tê kirin, wê sibe rewşa wan çawa be?

Erdenîgariyeke ne ji êrîşa distire û ne jî planên fetisandinê yên Hikûmeta Şamê, ew li vir in da rojekê vegerin û rêxistinên alîkariyê yên navdewletî, hîna jî kampên wan nas nakin…

Back to top button