HPG: Li Botan, Metîna û Avaşînê 17 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li bakur û başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker bê navber çalakiyan lidardixin. HPG’ê diyar kir li Botan, Metîna û Avaşînê herî kêm 17 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bakur û heta başûrê Kurdistanê bê navber derb li ser derbê li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeran û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir gerîlayan di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de li dagirkeran xistin û ev agahî parve kir;

“Hêzên me yên YJA Starê 3’yê Tîrmehê li dijî dagirkerên li qadên Deriyê Beqê, Deriyê Berana û Deriyê Qaçê ya bi ser herêma Kato Jîrka bi du baskan çalakî lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

4’ê Tîrmehê jî li qada Garisa ya navçeya Dihê ya Sêrtê, li dijî wesayiteke zirxî a artêşa Tirk a dagirker çalakî hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayit hate rûxandin û 10 dagirkerên tê de hatin cezakirin.”

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê jî li dijî dagirkeran çalakî hatin lidarxistin;

“7’ê Tîrmehê di çalakiya li çiyayê Zendûrayê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di dema çalakiyê de kozikek û 2 sîstemên kamera yên li ser gir hatin rûxandin.”

HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ya li herêma Avaşînê jî ev agahî parve kir;

“6’ê Tîrmehê helîkoptera êrişê ya li qada Girê Silêman ku dixwest êrîş bike, bû hedefa hêzên me û derb li helîkopterê hate xistin.

7’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên ku ji Girê Şehîd Întîkam ber bi Girê Şehîd Dijwar ve diçûn, bi rêbaza sûîqestê çalakî hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.”

HPG’ê ragihand dewleta Tirk a dagirker bi helîkopter û balafirên şer herêmên Avaşîn û Metîna bombebaran kirin.

Hat diyar kirin ji ber bomberanê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên ku 6’ê Tîrmeha 2017’an li Heftanînê şehîd bûn eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Back to top button