Hêzên QSD’ê êrîşên li dijî Heqil El-Umer a Dêrazorê têk birin

Îro di seatên sibê de li dijî herêma Heqil El-Umer a Dêrazorê êriş pêk hatin. hat diyar kirin, bêyî ku zirar çêbibin êriş hatin tekbirin.

Li gorî agahiyên ku berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê tiwîtter belav kirine, îro di saetên sibê de li dijî Heqil El-Umer ê Dêrazorê ku hêzên QSD’ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî lê dimînin, bi dronan êriş pêk hatine.

Şamî diyar kir ku li gorî raporên destpêkê di êrişan de ti zirar çênebûne û hêzên wan ên pispor êriş têk birine.

Şamî got ger detayên nû derbarê êrişê de hatin bidestxistin, wê bên parvekirin.

Back to top button