Ji bajarê Efrînê û navçeay Şera 2 sivîl hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker du sivîlên din ji Efrînê û navçeyên wê revandin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihad ku ji destpêka dagirkirina Efrînê zêdeyî du hezar û 300 ksên sivîl hatin kuştin û derdor 7 hezar û 500 kes jî hatin revandin.
Li aliyê din dewleta tirk ji bo dagirtina bendava Rihaniyê, gola Meydankê vala dike.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her diçe li dijî Efrînê zêde dibin.

Rêxisitina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî ragihand ku çeteyan ji gundê Qurtqulaqê yê navçeya Şera jina kurd a bi navê Fîdan Mislim a 23 salî revand.

Bi hêceta ku Fîdan piştgiriya xwendekarên kurd yên di dibistana ku lê dixebite dike, hat revandin, heya niha jî çarenûsa wê ne diyar e.

Li navçeya Şera jî, ji ber zarokên wan di refên xwe de bi ser neketine, malbatên çeteyan êrîşî Mamosteya Kurd a bi navê Mîzyan Hesen kir.

Li ser bendeke kontrolê li bajarê Babê jî, çeteyan welatiyê bi navê Fehid Elewî yê ji bajarê Efrînê revand.

Malpera Afrinpost diyar kiribû ku çeteyan welatiyên Efrînê yên berê xwe didin bajarên Ezaz û Babê li ser nasnemeyan, tên revandin.

Beriya demekê, ji ber nasnemyên wan li ser Efrînê ne, li bajarê Ezazê şêniyên bi navê Mezên Yûsiv Xelîl yê ji gundê Qergulê û Eslan Rizo yê ji gundê Şêxorzê yên Biliblê, hatin revandin.

Ji dema dagirkirina Efrînê 2391 sivîl hatine kuştin 7433 sivîl hatin revandin

Di vê çarçoveyê de navenda Belgekirina binpêkirinan li Bakurê Sûrî eşkere kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê du hezar û 391 sivîl hatine kuştin.

Her wiha 7 hezar 433 sivîl hatin revandin.

Ji bo dagirtina bendava Rihaniyê ava gola Meydankê tê valakirin

Li aliyekî din dewleta Tirk a dagirker tevî sûcên ku dike niha jî dest bi dizîna ava Efrînê dike.

3 ê vê mehê, dagirkeriya Tirk deriyên bendava Meydankê yê li navçeya Şera bi qasî 20 centîmetr vekir.

Malpera Afrinpost ragihand ku ji bo gola Bendava Rihaniyê yê li Tirkiyê dagire, ava gola bendava Meydankê vala dike.

Sala borî dagirkeriya Tirk ji gola bendava Meydankê nêzîkê 75 mîlyon metrekub av kişandibû.

Back to top button