HRE’ê nasnameya şervanê xwe Dilşêr Efrîn eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Dilşêr Efrîn ku li herêma Efrînê şehîd bû, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Rizagariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hevrêyê wan Dilşêr Efrîn, 5’ê Tîrmehê dema ku li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

Di têkoşîna li hember qirkirin û dagirkeriyê de heta kêliya dawî hevrê Dilşêr cihê xwe di nava şoreşê de girt û bû şervanekî rûmetê.

Hevrê Dilşêr, li hember her cure paşverûtiyê bibiryar sekinî û tevlî karwanê şehîdan bû.

HRE’ê ji malbata şehîd Dilşêr û gel re sersaxî xwest.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Ferhad Nasan bi nasnav Dilşêr Efrîn di 5’ê Tîrmeha 2021’an li herêma Efrînê şehîd bû.

Back to top button