Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî li Rojava KNK-Rojava wê sibê, bi dirûşmeya “Bi yekitiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibin û rê li ber şerê navxweyî bigirin” komxebateke berfireh li dar dixe.
Gelek partî, rêxistin, hêzên siyasî yên kurd, rewşenbîr û kesayetên welatparêz dê beşdarî komxebatê bibin.
Armanca sereke ya komxebatê ew e, di vê dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî başûrê Kurdistanê dike û hewl dide di nava Kurdan de şer derxe, li dijî vê yekê helwestekê nîşan bide.
Endamê komîteya rêveber a KNK-Rojava Dr.Slêman Ilyas ku di heman demê de endamê komîteya amadekar a komxebatê ye , derbarê armanca komxebatê de ji televizyona me re axivî: