NÛNERTIYA RÊVEBERIYA XWESER A BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HELWESTA HIKÛMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ REXNE DIKE

Şervanên QSD’ê bi pêşengitya şervanên Kurd serkeftineke dîrokî li dijî DAIŞ’ê pêk anî..
Gelek welatên Cîhanê, spasiyên taybet ji bo QSD’ê şandin..
Lê balkêş bû ku daxuyaniyek taybet ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê derkneket..
Ji vê zêdetir jî, destûr nehat dayin ku xelkê Silêmaniyê bi vê serkeftinê şa bibin..
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li vê herêmê, ev helwest şermezar kir..

Nûnertiyê di daxuyaniya xwe îşaret bi qehremaniya ku hatiye kirin û wiha got,

“Bi hezaran kesî ji bo xaka xwe ya pîroz biparêzin canê xwe feda kirin.

Van şervanan ji Kobanê heta bi Baxozê bi ser ketin.

Bi berxwedaniya xwe mirovahî ji tarîtî û kabûsa DAIŞ’ê xilas kirin.

Ev serkeftin li seranserî cîhanê hat pîrozkirin”.

Nûnertiyê diyar kir ku mixabin ev sekeftin tenê di hin aliyên Kurdî ve hat asteng kirin û wiha domand:

Di wextekî de ku dihat xwestin ku em weke Kurd van serkeftinan bi hevre parvekirin û pîrzo bikin, lê mixabin ne wekî ku me texmîn dikir.

Ne hikumeta başurê Kurdistanê û ne jî paralamento tu daxuyaniyên pîrozbahiyê nedan.

Her wiha asayişa bajarê Silêmaniyê rê neda ku xelkê başurê Kurdistanê vê serketinê pîroz bikin.

Em vê helwestê rexn û şermezar dikin û dibêjin ku ev yek xizmeta yekîtiya gelê Kurd nake”.

 

 

Leave a Reply

Back to top button