Li Babê di navbera çeteyên Hemzat û çeteyên Cebhet El-Şamiyê şerekî dijwar rû da

Li bejahiyên bajarê Babê yê dagirkirî di navbera çeteyên Hemzat û çeteyên Cebhet El-Şamiyê yên dewleta Tirk de şerekî dijwar rû da.

Li gorî ajansa ANHA’ê, di navbera çeteyên Cebhet El-Şamiyê û çeteyên Hemzat de li gundê Tefrîa yê Babê şerekî dijwar rû da.

Çeteyên Cebhet El-Şamiyê çeteyên Hemzat ji gundê derxistin.

Ji ber ew gund stratejîk e û li nêzî eniyên şer ên bi ser herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de û deriyê qaçaqiyê di navbera herêmên dagirkirî û herêmên hikumeta Şamê de ye.

Di şer de çeteyên Cebhet El-Şamkyê erebeyeke leşkerî doçka li ser a girêdayî çeteyên Hemzat rûxand.

Heta niha nakokî û şerê demkî di navbera çeteyan li herêmê de heye.

Back to top button