Dewleta Tirk vê carê berê çeteyan dide Efxanistanê

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker amadekariya şandina çeteyên sûrî ji bo Efxanistanê dike.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê ragihand saziya îstixbarata Tirkiyê nêzî 2 hezar û 600 çeteyên ji gelek koman amade kirine da balafirgeha Kabul a Efganistanê biparêzin.

Hat gotin, îstixbarata Tirkiyê ji bo çeteyên ku wê beşdarî şerê li Efganistanê bibin, mehane 3 hezar dolar veqetandiye.

Îstixbarata Tirkiyê di çarçoveya şîrketên ewlehiyê yên Tirkiyê de wê çeteyan bike leşker, lê navê şîrketê nehat diyarkirin.

Hin çavkaniyan eşkere kir ku şandina çeteyan ber bi Efganistanê ve wê meha bê Îlonê dest pê bike.

Back to top button