Konseya Ewlekariyê mijara vekirina dergehên Sûriyê paşde xist

Konseya Ewlekariyê ya NY`yî mijara dengdayîna derbarê gihandina alîkariyan di dergehên Sûriyê re ku dihat payîn îro bixin, dengdanê, paş de xist.

Li gorî çavdêran ev biryara Konseya Ewlekariyê bi armanca nerimkirina helwesta Rûsiya ku dixwaze hemû alîkarî di riya hikûmeta Şamê re derbasî Sûriyê bibin.

Li aliyê din jî Îrlanda û Norweç ku pêşnume ji Konseya Ewlekariyê re pêşkêşkiribûn ku dergehên Til Koçer û Beb El-Selama jî li kêleka Bab El-Hewa werin vekirin,

Aliyan pêşnûmeya xwe paş de kişandin û guhertin û daxwaz kirin ku dergehê Bab El-Hewa ku bi alîkarî di wê re derbasî herêmên di bin serweriya Çeteyên Ehrar El-Şam re vekirî bimîne.

Back to top button