HPG: Li Metîna û Xakurkê 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk ya dagirker zêde kirine. Gerîla di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî de bersiva êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê didin.
HPG’ê ragihand li herêmên Metîna û Xakurkê di encama çalakiyan de 6 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê li dijî artêşa Tirk ya dagirker ku êrîşî başûrê Kurdistanê dike dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê li dagirkeran hate xistin û ev agahî parve kir;

“7’ê Tîrmehê li Girê Koordîne bi du baskan li dijî dagirkeran çalakîyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de ku bi xurtî li dijmin hate xistin 3 dagirker hatin cezakirin û 2 çeperên dagirkeran jî hatin rûxandin.”

HPG’ê da zanîn di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de jî li herêma Xakurkê li hêzên dagirker hate xistin.

“7’ê Tîrmehê li Girê Şehîd Şervan ê Lêlikanê li dijî dagirkeran çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de çepereke dijmin a li gir hate rûaxandin û 3 dagirker hatine cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran windahiyên xwe bi wesayitên sivîl ji qadê rakirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku heman rojê li qada Mervanos û Tabûra Ereban Avaşînê tevgera helîkoptêran pêk hatiye.

Back to top button