Li navçeya Mabata ya Efrînê 2 jin hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên bê navber didomin. Li navçeya Mabata du jin hatin revandin.

Malpera Afrinpost ragihand ku çeteyên dewleta Tirk keça bi navê Asiya Ehmed Heyder a ji gundê Kitix yê Mabata revand.

Hat diyar kirin 26’ê Hezîrana derbasbuyî çeteyan bi tewanên nerast ew Asiye revand û bi giranî hat êşkencekirin.

Li gorî Malperê, piştî sitandina 2 hezar Lîreyê Tirk Asiya hat berdan. Hat gotin beriya niha jî Asiya du caran hatibû girtin.

Sala borî dagirkeran Asiya revandibû, piştî mehek û nîv di girtîgehê de girtin bi stanidan 2 hezar dolar ji malbata wê, hat berdan.

Hat diyar kirin li gundê Hisê yê navçeya Mabata jî, çeteyan jina temenmezin a bi navê Fatme Mihemed Qadir revand.

Hat gotin di encama êşkenceyê de du tiliyên wê hatin şikandin.

Back to top button