Şandeya Talîban û Efxanistanê li Îranê danûstandinan dikin

Tevî şer û aloziya li welat, şandeya Talîban û hikumeta Efxanistanê li paytexta Îran Tehranê di nava hewlên çareseriyê de ne. Aliyan li ser mijara “şer nabe çareserî” lihev kirin.

Şandeya Talîban û ya Efxanistanê têkildarî danûstandinên li Tahran yên navbera aliyan daxuyaniyek hevbeş weşandin.

Aliyan li hev kir ku şer ne çareserî ye jibo bidawîanîna pirsgirêka li welat û ji bo gihiştina çareseriyek siyasî divê her hewil bê dayin.

Daxuyaniya hevbeş piştî civîna 2 rojan ya li Îranê hate dayîn û wiha hate gotin:

Danûstandinên li Tehranê, ji bo xurtkirina çareseriya siyasî ya pirsgirêka li Efxanistanê weke fersendeke û tê dîtin.

Aliyan ji ber malovaniya Îran û hewildanên wê yên li ser mijarê, spasiya Tehranê kir.

Hate gotin, civîn di çarçoveyeke aram de pêk hatiye û hemû mijarên heyî jî bi berfirehî hatine nirxandin.

Back to top button