Polîsên Haîtî: 4 leşkerên kirêkirî hatine kuştin û 2 jî hatine girtin

Haîtî ku yek ji welatên herî hejare ev demek dirêje bi xwepêşandan û aloziya heyî re di nava aloziyê de bû. Lî ev welatê hejar niha di nava bêdengiyêk zêde de ye.

Piştî kuştina serokomarê welat Jovenel Moîse li welat bêdengiyek giştî serwere. Polîsên Haîtî ragihand ku 4 ‘leşkerên kirêkirî’ hatine kuştin, 2 jî hatine girtin. Li vî welatê ku di krîzê de ye, rewşa awarte hate ragihandin.

Serokomar Jovenel Moîse doh ji aliyê yekîneyek komando ve li mala xwe hatibû kuştin.

Serokwezîrê demkî Claûde Joseph diyar kiribû ku êrişkar ‘biyaniyên bi Îngilîzî û Spanî diaxivîn’.

Polîsên Haîtî doh êvarî bi daxuyaniyekê diyar kirin ku wan heman piştî êrişê dest bi şopandina êrişkaran kirine û li nêzî Port-aû-Prînce dest bi operasyonê kirine.

Rêveberê Giştî yê Polîsên Neteweyî yên Haîtî Leon Charles daxuyaniyek da televîzyonê û wiha got,

“4 leşkerên kirêkirî hatin kuştin, 2 jî hatin girtin.

Sê polîsên dîl hatin girtin, hatin rizgarkirin.”

Têkildarî nasnameya êrişkaran an jî sedema êrişê ti agahî nehate dayin.

Li gorî nûçeyên medya xwecihî, li ser cenazeyê Serokomar Moîse 12 fîşek hebûn, buro û odeya wî jî ji hev hatibûn belavkirin.

Serokwezîr Claûde Joseph li tevahiya welêt rewşa awarte ragihand, erka rêveberiyê jî ji bo 15 rojan dirêj kir.

Li gorî Sefîrê Bilind ê DYA’yê yê li Haîtiyê Bocchît Edmond, êrişkar leşkerên kirêkirî yên ‘profesyonel’ bûn ku xwe weke berpirsyarên saziya têkoşîna li dijî narkotî ya Amerîkayê didan naskirin.

Serokomarê Haîtî Moîse yê di nava gel de zêde nedihat heskirin, bi mirina xwe re paytexta welat Port au Prince di nava bêdengiyê de hişt.

Karsaz Moîse yê 53 salî sala 2016’an weke Serokomar hatibû hilbijartin û 7’ê Sibata 2017’an dest bi wezîfeyê kiribû.

Jovanel Moîse roja Duşemê Arîel Henry ku doktor e ji bo serokwezîr wezîfedar kiribû.

Serokê hikumeta beriya niha sê mehan jî nekarî li ser desthilatdariyê bimîne.

Haîtî ku welatekî Karabîkê ye, li parzemîna Amerîkayê welatê herî xizan e.

Li welat demek dirêje xwepêşandan û çalakiyên li dijî hikumeta welat dihatin lidarxistin.

Back to top button