Çalakiyên greva birçîbûnê li girtîgehan 223 roj li pey xwe hişt

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehên dewleta Tirk ên li dijî tecrîdê bi biryardariyeke mezin dewam dike. Malbatên girtiyan xwestin berxwedana li zîndanan bê bihistin û bang li raya giştî ya cîhanê kirin ku bêdeng nemînin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir pirsgirêkên li Tirkiyê tenê bi Rêber Apo dikarin bên çareserkirin.

Ji bo azadiya rêber Apo û bi dawîkirina bipêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger dewam dike..

Çalakiya grevê ku koma 45’an dewr girt, di roja 224’an de ye.

Çalakiya xwedîderketinê ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kirî jî, kete 203 roj î.

Li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî grev di roja 186’emîn de didome.

Li girtîgeha Xarpêtê êşkence li girtiyan tê kirin

Li Girtîgeha Hêjmar 2’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê jî girtî bi îşkenceyan re rûbirû dimînin.

Girtî Kadîr Kevser bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û behsa rewşa xwe kir û got:

Rewşa me gelek bi xeter e, îşkenceya li vê girtîgehê xelas nabe.

Em dixwazin dengê xwe bighînin raya giştî, çapemenî û dezgehên mafên mirovan.

Dayika Kadîr, Ayhan Kevser jî destnîşan kir ku ew ji rewşa girtiyan gelek bi fikar e û banga xwedî derketinê kir.

”Divê Tirkiye demildest qanûnên xwe pêk bîne”

Bavê girtiya bi navê Mizgîn Çîçek a li girtîgeha Şakranê, Mîrzeydîn Çîçek da zanîn ku keça wî bi hinceta ku derbasî ‘qawişa serbixweya’ nebûye ji mafê berdana bi kontrol fêde negirtiye û got:

Dadger bi kêfî keça min digire, ger qanûn, dewletek hiqûqî hebe jî ev maf hemû binpê kirine.

Divê Tirkiye demildest qanûnên xwe pêk bîne.

Salîha Aydenîz: Gel ji bo çareseriyê dibêje ‘Rêber Apo’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî anî ziman ku di 5 rojên serdanên wan ên li Çewlikê de, gel ji bo çareserkirina pirsgirêkên welêt dibêjin ‘Rêber APO’.

Salîha Aydenîz got:

Me di van hevdîtinan de dît ku çendî çewisandin, komkujî, tecrîd û polîtîkayên qeyûman hebin jî, gel ji têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê, ziman, çand û xwerêvebiriyê bernade.

Gelê kurd ji bo avakirina demokrasiyê têdikoşe û dê ev têkoşîn bidome.

Back to top button