Serokê berê yê Afrîkaya Başûr Zuma ji ber nelirêtiyan hate girtin

Serokê berê yê Afrîkaya Başûr Jacob Zuma ji ber “heqareta li dadgeha herî bilind a welêt” piştî cezayê 15 mehan xwe radest kir.

Jacob Zuma (79), şandin “Navenda Çaksazî ya Estcourt” li bajarê wî Kwazu Natal.

Ev yekem car e ku serokek berê li Afrîkaya Başûr a piştî-Apartheid tê girtin.

Karbidestên girtîgehê gotin Zuma ket girtîgehê.

Balkêşe zindana ku Zuma lê tê ragirtin, 200 kîlomtre dûrî mezrayek xwe ya 2019’an ji nûve sererastkirî ye.

Zuma dawiya hefta borî gotibû:

“Di demeke ku vîrûs di asta herî metirsîdar de ye, şandina kesekê di temenê min de ji bo girtîgehê bi şandina kesekê ku cezayê mirinê ji bo wî hatî dayîn re heman tişte.”

Kurê Serokomarê berê Edward Zuma, diyar kir ku ger bavê wî were girtin, dê xwîn bête rijandin û gef xwaribû.

“Em rê nadin vê girtinê.

Polîs dê neçar be ku xwînê birijîne ji ber ku em ê wî bi canê xwe biparêzin.”

Têkildarî Zuma ji ber di salên 1990’î de çek firotine, li gelek dadgehan dozên nelirêtiyê hene.

Back to top button