BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ LI AMADÊ DEST BI NOBETÊ HATIYE KIRIN

Piştî 287 saziyên civaka sivîl banga hestyariyê li hember grevên birçîbûnê kir û li Şaxa Egtîm Sen a Hejmara 1’ê ya Amedê dest bi nobedê hatitye kirin û ji bo wê jî serdan berdewam in.

Li salona ku çalakî lê didome pankarta bi nivîsa ‘Li hember mirinê, jiyanê diparêzin’ hate vekirin.

Di dema serdanê de Parlementera HDP’ê Semra Guzel anî ziman ku ji ber domandina tecrîdê girtî li girtîgehan dawî li jiyana xwe tîne û ger ev bêdengî bidome wê çalakiyên wiha jî bidomin.

Semra Guzel got:

“Çalakiyên saziyên civaka sivîl û gel zêde bibin wê tecrîd bi dawî bibe.”

 

Leave a Reply

Back to top button