Koçberên kampa Newroz girtina derîyê Til Koçer şermezar kir

Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî yên li kampên Cizîrê û li Tebqayê dimînin, biryara girtina dergeha Til Koçer ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî, şermezar kirin. Koçberan bang li hêzên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku ji bo vekirina derî bi erka xwe rabin.

Bertekên li dijî girtina dergehê Til Koçer ji aliyê koçberên li herêmê dimînin, berdewam dike.

Bi sedan koçberên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku li kampa Newroz ya li Dêrikê dimînin, li pêşiya kampê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de koçberan biryara girtina dergeha Til Koçer ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî, şermezar kirin.

Di dawiyê de bang li Meclisê Ewlehiya û rêxistinên mafên mirovan yên cîhanî hate kirin ku dergeha Til Koçerê li pêşiya alîkariyên mirovahî, vekin.

Koçberên kampa Waşokanî û Serêkaniyê banga vekirina derî kirin

Meclisa kampên Waşokanî û Serê Kaniyê têkildarî girtina dergehê Til Koçer daxuyaniyek bi raya giştî re parve kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew wek koçberên li kampa Waşokanî û Serê Kaniyê piştî girtina derîyê Til Koçer, ji tevahî aliyên tenduristî, xizmetguzarî û perwerdê de bi rewşên zehmet re rû bi rû dimînin.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî saziyên navnetewî û NY’ê hate kirin ku destwerdanê bikin da ku dergehên mirovahî ji bo sivikkirina zehmetiyên koçberan, bê vekirin.

Koçberên kampa Mehmûdlî: Divê NY helwestê nîşan bide

Koçberên ku li kampa El-Mehmûdlî ya Tebqayê dimînin jî têkildarî heman mijarê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew bi navê mirovahiyê destpêkê dixwazin şer û bazirganiya bi pariyê xwarina sivîlan were rawestîn.

Di dawiyê de koçberan bang li NY û tevahî rêxistinan kirin ku helwesteke cidî der barê alîkariyên mirovahî bigirin û dergehên sînorî vekin.

Back to top button