Bertekên li dijî kuştina her du zarokên li Hesekê jî zêde dibin.
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê kuştina her du zarokên bi navê Eyde û Aya şermezar kir.
Jinan diyar kir ku ji berê ve û heta niha jin her dem dibe qurbaniya zihniyeta mêrdestiyê ya li ser wan hatiye ferzkirin.
Jinan da zanîn ku kuştina Eyde û Aya ya di bin navê namûsê de, dûrî mirovahiyê, qanûnên ola îslamê û qanûna navneteweyî ye.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li aliyên têkildar hate kirin ku kujeran bigirin û ceza bikin.
Her wiha bang li jinan hate kirin ku li dijî tundî û kuştinê bibin yek.