ENKS beşdarî komxebata ku li Qamişlo pêk hat, nebû

ENKS beşdarî komxebata ku îro pêk hat nebû.
Kesên ku beşdarî koxbetê bûn diyar kirin, ji ber ku ENKS nikare li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û şerê navxweyî helwestê nîşan bide, lewra jî beşdarî komxebatê nebû.

ENKS’yî beşdarî komxebata ku li dijî êrîşên dagirkeriyê û hewldana derxistina şerê navxweyî ku li Qamişlo hat lidarxisitn, nebû.

Komîteya amadekar a komxebatê diyar kir ku vexwendname ji hemû partiyên kurd, sazî û rêxistin û kesayetan re şandine.

Lê ENKS ku endamê Îtîlafa Sûriyê ye tev li komxebatê nebû.

Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS) Cemal Şêx Baqî ji ANHA’yê re axivî û da zanîn ew nizanin çima ENKS beşdarî komxebata diyalogê nebûye.

Şêx baqî diyar kir ku komxebat ji bo bersivdayîna êrişên dagirkeriyê bi taybet ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê ye û got,

“Dibe sedema nebeşdarbûna ENKS’ê ew e ku nikare tu helwestekê li hemberî hewldanên dagirkeriyê û hewldanên derxistina şerekî navxweyî bide nîşandan. ENKS rasterast girêdayî PDK’ê ye ku ew jî li hemberî dagirkeriya Tirk û şerê kurd bi Kurd ne xwedî helwesteke cidî ye.”

Endama Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf jî diyar kir tevî ku fermî hate vexwendin jî lê ENKS beşdarî komxebata diyalogê nebû.

Ebîr Hesaf da zanîn ger ENKS beşdarî komxebatê bibûya wê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê nas bikira, lê ev ne li gorî nêrîna aliyê ku ENKS’ê girêdayî wê ye.

Ebîr Hesaf ji ENKS’ê xwest ku bersiva daxwazê gelê Kurd bide, dev ji berjewendiyên xwe yên kesayetî yên teng berde, û tevlî xebatên yekîtiya gelê Kurd bibe.

Back to top button