Partiya Sûrî a Pêşerojê îro nivîsgehek xwe li navçeya El-Mensûra a Tebqayê, vekir.
Bi bejdarbûna Endamên partiyê, nûnerên saziyên Sivîl û leşkerî, kesayetên siyasî, rûspiyên eşîran û bi dehan şêniyan, nivîsgeh hate vekirin.
Serokê Meclisa Navçeya El-Mensûra ya Partiya Sûriyê Pêşerojê û Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan axivîn û vekirina nivîsgehê li beşdaran pîroz kirin.
Partiya Sûriyê Pêşerojê wê 2 nivîsgehên xwe li navçeyên Tebqa û El-Cerniyê jî veke.