Japonya..2 hefte ji bo Leyîstokên Olîmpiyatê mayî Tokyo rewşa awerte ragihand

Hikumeta Japonya ji ber zêdebûna pêketiyên vîrûsa Corona, 2 hefte mayîn ji bo leyîstokên Olîmpiyat yên li Tokyo heta 22’ê Tebaxê rewşa awerte ragihand.

Li gorî nûçeya Reutersê, Japonya ragihand ku li Tokyoyê rewşa awarte heta 22’ê Tebaxê, hatiye ragihandin.

Ev jî tê wateya heta beriya despêkirina Olîmpiyadên li Tokyo bi du hefteyan wê rewşa awerte dirêj bike.

Ji destpêka 2020’an ve ev cara çaremîne ku rewşa awarte li Tokyo tê ragihandin.

Serokwezîrê Japonya Suga Yoşîhîde beriya biryara rewşa awerte li gel Wezîrê Tenduristiyê civiyabû.

Suga got, “Pêketiyên li Tokyoyê zêde dibin. Ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsê tişta ji destê me were emê bikin.”

Beriya niha dihat plankirin ku leyîstinên Olîmpiyadê 24 Tîrmeha heta 9 Tebaxa 2020’an werin leyîstin.

Lê ji ber belavbûna vîrûsê ev yek ji bo 23 Tîrmeh – 8’ê Tebaxa 2021’an hatibû paşdexistin.

Back to top button