Beşdaran banga yekîtiyê û rawestandina hewildanên derxistina şerê navxweyî kir

KNK-Rojava îro li Qamişloyê bi armanca yekîtiya netewî û rê li pêşiya şerekî navxweyî were girtin komxebatek li dar xist.
Beşdarên komxebatê daxwaz kir ku hemû hewildanên ji bo derxistina şerê navbera Kurdan werin rawestandin.
Bang li PDK’ê jî hat kirin ku hêzên xwe ji qadên gerîla vekişine, her wiha ti peymanên li dijî hêzên Kurd neyên îmzekirin û zimanê sorkirinê jî divê were rawestandin.

Îro Komxebata Diyalogê ya KNK-Rojava bi dirûşmeya “Bi yekîtiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibin û rê li şerê navxweyî bigirin” hat lidarxistin.

Destpêkê endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ekrem Hiso axivî û got ku armanca komxebatê ew e ku bigihêjin nêrînên hevbeş da ku li hemberî xeteriyên ser gelê Kurd bisekinin.

Piştre têkildarî “Xeteriyên dagirkeriya Tirk li ser Kurdistanê di aliyê dîrokî de” deriyê nîqaşê vebû.

Ev beş ji aliyê Sekerterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî û endama rêveberiya Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf ve, hate birêvebirin.

Ebîr Hesaf behsa bikaranîna hin aliyên kurdî ji bo parçekirina gelê Kurd û pêkanîna komkujiyan dijî Kurdan ji dema serhildana Şêx Seîd ve û heta roja îro kir.

Ebîr daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker di hemû şerên xwe de ola îslamê bi kar anî û hîna jî vê ferasetê dimeşîne.

Cemal Şêx Baqî jî diyar kir ku gelê Kurd xwedî dîrokeke dirêj a bi dagirkeriyê re ye û piştrast kir ku armanca sereke qirkirina Kurdan e û bi armanca dagirkirinê di vê dawiyê de Tirkiyê bi hincetên ne rast êrîşî Başûrê Kurdistanê kir.

Şêx Baqî bang kir ku divê Kurd vê rastiyê fêm bikin û ji hevkariya bi dewleta Tirk hişyar bin.

Beşdaran jî behsa dagirkirina Kurdistanê û sûcên Tirkiyê kirin û diyar kir ku sûcên ku niha li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Başûrê Kurdistanê tên kirin, berdewama jenosîd e.

Her wiha Beşdaran destnîşan kir ku dewleta Tirk niha bi awayekî yekser jin û ciwan dike hedef ji ber ku baş fêm kiriye ku jin û ciwan damara şoreşan in.

Beşdaran bûn daxwaz kir ku hemû hewildanên bi armanca afirandina şereke navbera Kurdan werin rawestandin.

Bang hat kirin jî ku ti peymanên dijî hêzên Kurdî neyên îmezkirin û zimanê sorkirin û xiyantekirinê werin rawestandin.

Di dawiya komxebatê de komîteyeke ji 7 kesan hat avakirin ji bo xalên ku di komxebatên hatin lihevkirin bigihînin hemû alî û hêzên Kurdî.

Ji xalên ku di encama komxebatê de derktin ev in:

– Pêwîstiya rakirina hemû astengiyên pêşiya diyaloga Kurdî Kurdî.

– Dûrketina ji şerê birkujiyê û qedexkirina wê.

– Rabûna raya giştî ya Kurdistanî dijî dagirkeriya Tirkiyê.

– Bang li rêveberiya PDK’ê hat kirin ku hêzên xwe neşîne qadên gerîla.

– Ji bo lidarxistina kongreya netewî ya Kurd xebat werin kirin.

Back to top button