Pêngava Haştaga “Nûnerên Rojava Li Ku Ne” dest pê kir

Ji bo diyarkirina çarenûsa endamên Rêveberiya Xweser û PYD’ê, pêngava Haştagê bi navê “Nûnerên Rojava Li Ku Ne” dest pê kir.

Duh li ser medya civakî Haştag tevî wêneyên hersê nûnerên Rojava, hat biparvekirin û daxwaza diyarkirina çarenûsa wan tê kirin.

Di nava peyamên wan de, metirsiyên weke, nûnerên Rojava radestî Dewleta Tirk hatibin kirin, hatin belavkirin.

30 roj in tu agahî ji her 3 nûneran nehatine bi dest xistin

Ev meheke hêzên PDK’ê, nûnerê Rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandine û tu agahî ji wan nayên girtin

Back to top button