Artêşa dagirker gundên Zirgan û Girê Spî topbaran kir

Rojane li ser herêmê êrîş ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hene.. Artêşa dagirker beriya çend saetan careke din gundên bakurê Zirganê û rojavayê Girsê Spî bi dijwarî topbaran kirin.

Ajansa nûçeyan Hawarê ragihand ku gundên Hermela û Dada Ebdal ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombebaran kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku dewleta Tirk van gundan ji gundê Dawûdiyê ya dagirkirî kir armanc.

Di encama topbaranê de hate ragihandin ku gelek zirarên madî gihîştiye mal û milkên sivîlan.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev jî gundên Kopirlîk û Evdiko yên rojavayî Girê Spî topbaran kirin.

Ji ber topbaranê li gundê Kopirlîk agir bi erd û zeviyên sivîlan ket, ziyan gihiştin bax û baxçeyên şêniyên .

Back to top button