HIKMET HEBÎB: TÎMEK JI RÊJÎMÊ DANÛSTANDINAN ASTENG DIKE Û NAXWAZE ÇARESERÎ ÇÊBIBE

Cîgirê Serokatiya meclisa Rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîb, têkildarî çareseriya aloziya Sûrî axivî.

Hebîb diyar kir ku, tîmek ji Rêjîmê naxwaze çareserî bi pêş bikeve û wiha got.

Komîteya Destûrî li derveyê Sûrî bi ser naveke.

Divê destûr li ser axa Sûrî were nivîsandin.

Cîgirê serokatiya Desteya Rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîb têkildarî rêbazên çareserkirina aloziya Sûrî bersiv da pirsên ajansa Hawarê..

Hikmet Hebîb, diyar kir ku, komên çete mîna DAIŞ’ê binesaziya herêmê ya fikirî û civakî wêran kirin..

Lê belê weke QSD’ê û MSD’ê teror li Bakur û Rojhilatê Sûrî têk bir..

Sînor û axa Sûrî parastin..

Hebîb destnîşan kir ku, ji destpêka aloziya Sûrî wan xeta sêyemîn hilbijart û wiha got,.

YPG`ê û Rêveberiya Xweser Demokratîk ji bo parastina pêkhateyên herêmê û binesaziya welêt hatin avakirin.

Em di hewldanên xwe de bi ser ketin, ji ber em di wê baweriyê de ne ku, çareserî navxweyî ye.

Cîgirê Serokratiya Meclisa Rêveber a MSD’ê îşaret bi danûstandinên bi Rêjîma Sûrî re kir û ev agahî dan..

Tîmek ji rêjîma Sûriyê naxwaze alozî çareser bibe.

Ji ber ew bawer dikin ku navendîbûn wê hegemoniya wan a berî 2011’an vegerîne..

Lê belê rewş ne weke berê ye.

Pergalên navendî têk çûne û berê xwe dane nenavendîbûnê.

Niha gok di stada rêjîmê de ye.

Eger ji bo parastina gel û yekbûna welat dixebite, divê di diyalogê de cidî be.

KOMÎTEYA DESTÛRÎ LI DERVEYÎ SÛRÎ BI SER NAKEVE

Hikmet Hebîb bal kişand ser civînên li derveyî Sûrî mîna Astana, Cinêv û Sotçî jî û got,

“Ev hemû civîn têkçûne ji ber ku nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyê beşdar nebûn.

Niha NY hewl dide komîteya destûrî bi ajandeyên derve û herêmî ava bike.

Eger bi vî rengî be wê destûr kêm be û komîte biser nekeve.”

Em ditisrin mînaka Iraqê li vir dubare bibe.

Ji ber destûra Pirîmir Iraq niha di nav perçebûnê de ye”.

DIVÊ DESTÛR LI SER XAKA SÛRÎ WERE NIVÎSANDIN

Cîgirê Serokatiya Desteya Rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîb, ji bo nivîsandina destûra Sûrî teqez kir ku, Divê gelê Sûriyê destûra xwe amade bike.

Pêwîst e komîteya destûrî bi riya kongreyek neteweyî di hundirî Sûriyê de ava bibe û destûr li ser xaka Sûriyê were nivîsandin.

Leave a Reply

Back to top button