Li Efrîna dagirkirî di nava 6 mehên vê salê de, 25 jin hatine revandin û 23 jî hatine kuştin

Li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navber dewam dikin. Tenê di nava 6 mehên vê salê 25 jin hatine revandin û hê jî çarenûsa wan nediyar e û 23 jin jî hatine qetilkirin.

Ev bû çar sal in, sûc û kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî, bêserûber didomin.

Dagirker di kesayeta jinan de, dîrok, xweza û vîna gel têk dibin..

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di nava sê sal û 6 mehan de,

83 jin hatine kuştin, ji wan 5 ji bo ku nekevin destê çeteyan dawî li jiyana xwe anîne.

216 jin birîndar bûne, li gorî belgeyan jî 70 jin rastî destavêtinê hatine.

Tenê di nava 6 mehên vê salê de, 25 jin hatine revandin û çarenûsa wan nediyar e.

Di nava wan de zarokên bi navê Eliye Ednan Cuma zaroka 13 salî, Rûya Mehmûd Xatir 6 salî jî hene.

Li gel vê jî di nava 6 mehan de 23 jin hatine kuştin.

Ji wan Hena Mistefa a 2 salî , Zeyneb Şêx Dawud 21 salî, Zeyneb Îbrahîm 14 salî û Heyva Şerîf Qasim a 21 salî ye.

Ev tenê yê ku tê gotin û belgekirin, lê ji bilî vê bi sedan bûyerên revandin, destavêtin, êşkence û kuştina jinan li Efrîna dagirkirî pêk tên.

Li gorî Komîtya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star bi giştî piştî dagirkeriya Efrînê çarenûsa hezar û 200 jinên revandî nediyar e .

Zêdetirîn hezar jin jî hatine kuştin û rastî destavêtinê hatine.

99 jî hatine revandin û derbasî girtîgehên Ezaz û Tirkiyê hatine kirine.

Back to top button