HPG: Li Zap û Avaşînê 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Berxwedana gerîlayên Kurdistanê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike.
Gerîla rojane derbên giran li dagirkeran didin.
HPG’ê diyar kir li herêmên Zap û Avaşînê di encama çalakiyên gerîla de 4 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê bi çalakiyên bi bandor rojane bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêmên Zap û Avaşînê li dagirkeran hate xistin û ev agahî parve kir;

“8’ê Tîrmehê li rêzeçiyayê Cîlo ya Biçûk hêzên me li dijî dagirkeran ji 3 baskan ve çalakiyeke koordîneyî li dar xistin. .
Ev çalakiya serketî ku bi rêbaza gerîlayê serdema nû hate lidarxistin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û 3 sîstemên kamera yên mobesse hatin rûxandin.”

HPG’ê da zanîn ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên nemir ên Berxwedana Zindanan a 14’ê Tîrmehê pêk hat.

HPG’ê destnîşan kir heman rojê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Dijwar ya herêma Avaşînê jî bi rêbaza sûîqestê çalakî hate lidarxistin.

Hat gotin di vê çalakiyê de ku ji aliyê hêzên YJA Starê ve hate kirin leşkerekî dagirker hate kuştin.

Her wiha HPG’ê diyar kir 8’ê Tîrmehê li herêma Xakûrkê û qada Goşînê bi balafirên şer hate bombebarankirin.

Hat diyar kirin ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên bi navê Çiya Zagros, Raman Xebat û Çekdar Amed ku 16’ê Hezîrana 2021 li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soza berdewam kirin û serxistina têkoşînê da.

Back to top button