Riyad Derar: Naveroka encamnameya civîna Astana weke yên berê ye

Duh piştî du rojan Gera 16’an ya Civînên Astana careke din bê encam bi dawî bû.
Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar diyar kir ku naveroka encamnameya weke yên berê ye û hemû dijminatiya Rêveberiya xweser dike.
Derar da zanîn, nûnerên Îtîlafa Sûriyê jî li ser xeta siyaseta Astanayê dimeşin û dişopînin û bûne amûrên ji bo derxisitna fitne û tevliheviya li herêmê.

Di 7 û 8’ê tîrmehê de, gera 16’emîn a civîna Astanyê li paytexta Kazexistinê Nûr Sultan bi pêşengiya her sê welatên garantor Tirkiya, Rûsya û Îranê hate lidarxistin.

Piştî civînê encamnameyek hat weşandin. Lê ev encamname jî weke kopiya civîna 15’emîn bû.

Wekî her car li ser dijminatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kirin û tenê berjewendiyên her 3 dewletan li herêmê li ser hesabê gelê herêmê li ber çavan hatine girtin.

Her wiha her sê dewletan gotin ew pabendî serweriya Sûriyê ne tevî ku ev her sê dewlet di sêrî de dewleta Tirk bi salan e serweriya xaka Sûriyê bin pê dikin.

Derar: Nûnerên Îtîlafa Sûrî siyaseta ku astana xêz dike dişopînin

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar têkildarî mijarê ji Ajansa Hawarê re axivî.

Derar da zanîn encamnameya gera 16’emîn a civîna Astanayê navaroka encamnameyên civînên berê ye û anî ziman hemû jî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Riyad Derar bal kişand ser yekrêziya di navbera kirinên Îtîlafa Sûriyê û her sê aliyên Astanayê û destnîşan kir ku nûnerên Îtîlafê siyaseta ku Astanayê xêz dike dişopînin û ew bûne kaxezên ji bo derxistina tevlihevî û fitneyan li herêmê û bi wan tê lîstin.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar piştrast kir ku her sê aliyên Astanayê planên demdirêj li gel neaktîvbûna rola Amerîka û Ewropayê amade dikin û tekez kir ku dê gelek pirsgirêk derkevin û divê li ber xwe bidin.

Back to top button