
Mijara fuzeyên S-400 bûye jêdera nakokiyên Emerîka û Tirkiyê.
Tirkiyê bi israr e û Emerîka jî hişyariyên tund didêyê.
Rojnameyek dibêje, eger Tirkiyê fuzayên S-400 bikire, balafirên Emerîka nema dikar li wê herêmê bifirin.
Rojnameya Air Force Times teqez kir ku bikaranîna Tirkiye ji balafirên F 35 ên Amerîkî li gel sîstema parastina asmanî ya Rûsî S-400 re belkî teknolojyaya veşartî a van balafiran eşkere bike.
Rojnameyê diyar kir ku îhtmale sîstema parastina asmanî ya Rûsî dadtayên liv û tevgera F35 û balafirên Amerîkî yên din jî bi kar bîne.
Rojnameyê got, wê ev belkî têkevin destên Rûsyayê û nemaze agahiyên girêdayî teknlojyaya balafirên F35.
Li gorî rojnameyê, dibe ku bi vê yekê Tirkiyê sîstemine leşkerî biyanî yên din jî bixe xeteriyê.
Rojnameyê da zanîn ku eger Tirkiye S 400 bi kar anî, wê artêşa Amerîkî nikaribe balafirên F35 li ser asmanî baregeha Tirkiyê ya bi navê ” bifirîne.
Beriya niha jî Cîgirê Serokê Emerîka Mike Pence hişyarî dabû Tirkiyê ku, yan NATO yan jî S-400 hilbijêre.
Tirkiyê jî, bi israr e ku van fuzeyan bikire û çavdêr vê israra Tirkiyê jî dispêrin hevpeymanekê bi Rûsyayê re.