Rûsya banga aramiyê li aliyên Efxanistanê kir

Serokê DYA Joe Biden mikur hat ku Kabul nikare deshilata xwe ya li welat biparêze.
Rûsya jî banga aramiyê li aliyên Efxanistanê kir.

Piştî ku çekdarên Talîbanê herêma Îslam Kala kontrol kirin Wezareta Karên Derve ya Rûsya daxuyaniyek da.

Wezaretê banga aramiyê li Talîban û hikumeta Efxanistanê kir.

Moskowa ragihand ku ji bo parastina barageha leşkerî ya CSTO ya li nêzî sînorê Efxanistan û pêşîgirtina provakasyonan ketine nava tevgerê.

Biden: Kabul nikare welat kontrol bike

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka DYA Joe Biden doh êvarî di daxuyaniya çapemeniya dayî de ragihand ku erka leşkerên Amerîkî li Efxanistanê wê 31ê Tebaxê de bidawî bibe.

Joe Biden got, ew ê artêşê “zû û bi ewlehî” bikişînin.

Biden diyar kir ew ê nifşek din a Amerîkî ji bo şer neşîne Efxanistanê û dazanîn, dibe ku hikumeta navendî ya Kabul nikaribe welêt li dijî Talîban “kontrol” bike “.

Back to top button