Li Yewnanîstanê îşkence li endama PENa Kurd hat kirin

Nivîskar û endama PENa Kurd Meral Şîmşek di 29’ê Hezîranê de dema ji Tirkiyê derbasî Yewnanistanê bû ji aliyê polîsên Yewnan ve lêdan xwar û bi lêgerîna tazî rû bi rû ma. 

Tevî ku Meralê ji polîsên Yewnanîstanê got doza wê heye û ew endama PEN’ê ye jî polîsên Yewnanê, lê dane û dest dirêjî wê û jina Rojavayî ya bi navê Dicle ya li gel wê kirine.

Her wiha Meralê da zanîn ku polîsan dest xistine ser kompîtur, telefona bêrikê û pereyekî mezin ê li gel wan û piştî 24 saetan ew û jina li gel wê avêtine ava Meriçê.

Nivîskar Meral a xwediyê xelatên neteweyî û navneteweyî ye, dema diçe Îpsalayê li wir bi bihaneya “Qedexeya derketina derve bin pê kiriye” hat girtin.

Meral piştî ku 8 rojan di girtîgehê de dimîne tê berdan.

Back to top button