Wezîra Çandiniyê: Êrişên Tirkiyeyê ziyanek mezin gihandiye cotkaran

Roj bi Roj nerazîbûnên li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin.
Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Başûrê Kurdistanê Bêgerd Talabanî destnîşan kir ji ber êrîşên dewleta Tirk ziyaneke mezin li bax û baxçeyên cotkaran buye.
Mela Teha Germiyanî jî got ku cihê Erdogan û hevalên wî cehenem e û bang li gel kir ku dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin yek.

Êrîşên dewleta Tirk ser Başûrê Kurdistanê berdewam e, rojane jî artêşa Tirk xanî, rez û baxên welatiyan bombebaran dike û ziyanek mezin bi deverên çandiniyê gihandiye.

Li ser vê mijarê Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî ji Rojnews’ê re axivî û berketên xwe derbarê êrîşên Tirkiyê ku gelek ziyan gihandiye cotkarên herêmê nîşan da.

Bêgerd Talebanî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku rêkarên yasayî li gel dewleta Tirk de bigire daku tazmînata van cotkaran bide.

Mela Teha Germiyanî: Cihê Erdogan û hevalên wî cehenem e

Ji aliyê xwe ve, derbarê domandina Tirkiyê êrîşên xwe ser xaka Başûr, Mela Teha Germiyanî ku di heman demê de melayê mizgefta Şehîd Ebdula ya li bajarokê Rigarî a Kelar a Herêma Germiyan e ji Rojnews re axivî.

Mela Teha Germiyanî bang li gel kir ku bibin yek û dijî dagirkeriya dewleta Tirk serî hildin.

Mela Teha Germiyanî got ku destê Edoxan ji xwîna Kurdan sor bûye, ji bo vê cihê Erdogan û hevalên wî cehenem e.

Back to top button