Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd: Divê partî yekîtiya netewî bixin meriyetê

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê de diyar kir divê partî û rêxistinên li çar parçeyên Kurdistanê xwedî li vê pêvajoyê derkevin ji bo pêkanîna yekîtiya Kurd, bikevin tevgerê.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd têkildarî êrîşên Tirkiyê ser Kurdistanê û siyaseta parçekirina gelê Kurd ji televîzyona Medya Haber’ê re axivî.

Nûrî Mehmûd diyar kir bi bahara gelan a li Rojhilata Navîn re gelê Kurd ji aliyê cîhanê ve hatiye naskirin û vê yekê bandoreke mezin li gelên herêmê kiriye.

Nûrî Mehmûd da zanîn ku gelên Ereb, Ermenî, Sûryanî, Çerkez, Tirkmen û gelên din ên li Rojava, li dora projeya ku Kurd pêşengiya wê dikin kom bûne û ji ber vê sedemê divê gelê Kurd di vê demê de yekgirtî tevbigere.

Mehmûd da xuyakirin ku nabe parçeyên Kurdistanê ji hev qut bên destgirtin û ji bo vê jî ji partiyên Kurd xwest berpirsyariyên xwe bi cih bînin û got:

“Partiyên sereke yên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê xwedî bandor in, ev partî lîderên wan di vê rastiya vê pêvajoyê bibînin û yekîtiya netewî ya Kurd bixin meriyetê.”

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd ji Kurdan xwest ku bi ti awayî fersendê nedin dijminan û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Divê em bi hemû hêza xwe enerjî û destkeftiyên xwe bixin xizmeta gelê xwe.

Divê tengasiyên navbera partiyan nava aliyan hene bidin aliyekî, piştî çareseriya pirsgirêka Kurd, di çarçoveya prensîbên çandî û exlaqî yên gelê Kurd de bi şêwazeke guncav, dikarin hesap ji hev bipirsin.”

Back to top button