Misir û Sûdanê ji bo bendava El Nehda hêviyên dikir ji NY negirt

Şerê avê yê li parzemîna Afrîka welatên, herî mezin anîne pêşberî hev.
Misir û Sûdan li dijî Etiyopya bihêrsin û daxwaza tejî kirina bendava El Nehda jî dixwaze paşde bide.
Lê hêviyên Qahîre û Xertûmê di Konseya Ewlekariya NY de pêk nehatin.
NY xwest ku ev alozî di Yekîtiya Afrîka de were çareserkirin.

Ji 2011’an ve aloziya bendava El Nehda, sê welatên mezin yên parzemîna Afrîka anîne pêşberî hev.

Misir û Sûdan li dijî bendava El Nehda ku Etiyopya li ser çemê Nîl dayî avakirin bihêrsin.

Ji bo çareseriya aloziya heyî jî welatan destê xwe li deriyê Konseya Ewlekariya NY da.

Qahîre û Xertûmê xwest alozî li konseyê were çareserkirin, lê Kenya û DYA ev yek red kirin.

Kenya û DYA xwest ev pirsgirêk bi danûstandinên ku Yekîtiya Afrîka pêşengtiya wê dike were çareserkirin.

Nûnera DYA ya dayîmî li NY Linda Thomas-Greenfield xwest ev rewş li nava welatên Yekîtiya Afrîka çareser bibe.

Nûnera Kenya ya dayîmî li NY Martîn Kimanî jî xwest hersê welat,”pirsgirêkên Afrîka, li Afîrka çareser bike.”

Her wiha Nûnerê Dayîmî yê Rûsyayê li NY, Vassily Nebenzia jî xwest rageşiya ku zêde dibe were daxistin û diyar kir ku karanîna hêzê nayê qebûl kirin.

Wezîrê Av, Avdanê û Enerjiyê yê Etiyopyayê Seleshi Bekele, eşkereyî got,

Pêwiste Konseya Ewlekariyê destwerdana li pirsgirêka ava Nîlê de neke.

Di 30’ê Hezîranê de jî Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres ji hersê welatan xwestibû ku pirsgirêka heyî di nava xwe de çareser bikin.

5’ê Tîrmehê jî Qahîre û Xertûmê biryara Etiyopya ya tejîkirina bendavê red kiribûn.

Addis Ababa her çiqasî diyar kir ku tejîkirina bendavê ne ji bo ziyan dayîna herdu welatan jî be lê ne karî Misir û Sûdanê razî bike.

Ya ku tê xuyakirin, şerê avê yê navbera hersê welatan di nava rojên pêş de jî wê cihê xwe yê berfireh di rojeva cîhanê de bigre.

Back to top button