EFRÎN.. ÇETEYAN 18 SIVÎL REVANDIN Û PEREYAN DIXWAZIN.. Û BI QASÎ HEZAR Û 500 ÇETE ŞAND EZAZ Û BABÊ

Hovîtiya Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji roja dagirkiirinê û heta roja îro li ser şêniyên Efrînê ranewestiyaye.

Ajansa Hawarê ragihand ku , çeteyan 18 sivîlên din revandine û ji bo ku xelk pezên xwe jî biçêrînin, pereyên zêde dixwazin.

Heman ajansê diyar kir ku, Artêşa Tirk nêzî hezar û 500 çete tevî malbatên xwe birin Ezaz û Babê.

ÇETEYAN 18 SIVÎL REVANDIN Û PEREYAN DIXWAZIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji destpêka ku Efrînê dagir kiriye, 3 hezar sivîl ku zarok û jin di nav de ne revandiye.

Çete jî ji bo berdana wan, pereyan ji malbatên wan dixwazin.

Ajansa Hawarê diyar kir ku çeteyên Dewleta Tirk berî 5 rojan, 18 sivîl ji gundên navçeya Mabata ber bi cihekî ne diyar ve revandin..

Navên kesên ku hatine revandin wiha ne:

Xebat Misteva Şahîn ji gundê Kukebê.

Zekeriya Nebî Şahîn.

Fexrî Mihyedîn Hemû,

Misteva Eşref Hemûş ji gundê Şêx Kêlê.

Mehyedîn Qere ji gundê Avrazê

Selah Mamo,

Xebat Hisên,

Mistefa Aqîl, Îbrahîm Cîlo .

Demhad Fexrî Hemûş ji gundê Kukebê

Û Îbrahîm Hemûş jî gundê Şêx Kêlê.

Li gorî çavkaniyên ji hindirê herêmê Dewleta Tirk pereyan nade çeteyên xwe û rê dide wan mal û milkên sivîlan talan bikin.

Di vê çarçoveyê de, çeteyên koma Firqet El-Hemzat ji şêniyên gundê Gurzêlê yê navçeya Şêrawa re gotiye, kesên 3-5 milyon lîreyên Sûrî bidin, dikarin pezê xwe li giran biçêrînin û yên nedin jî, nikarin.

BI QASÎ HEZAR Û 500 ÇETE ŞAND EZAZ Û BABÊ

Ajansa Hawarê, da zanîn ku, bêyî sedem were naskirin 30 erebeyên leşkerî ji navçeya Cindirêsê ber bi Ezaz û Babê ve çûn..

Her wiha piştî civîna îstixbaratên Tirkiyê li gundê Cobanê yê navçeya Raco, artêşa Tirk hezar û 500 çete tevî malbatên wan birin Ezaz û Babê yên bakurê Helebê.

Lê heta niha sedema derketina çeteyan nehatiye zanîn.

Leave a Reply

Back to top button