MALBATÊN ŞEHÎDAN: BANG LI CIVAKA NAVDEWLETÇ DIKIN KU ÇETEYÊN DAIŞÊ DARIZÎNIN

Malbatên şehîdan bang li civaka navneteweyî kir ku çeteyên DAIŞ’ê darizînin.

Malbatên şehîdan, şêniyên herêmê û saziyên têkildar, daxwaza rêveberiyê bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê teqez kirin.

Dayika Şehîd Rojda Efrîn ku 2014’an de li Kobanê şehîd bûye, Gulê Mihemed got:

zarokên wan ji bo parastina cîhan û têkbirina DAIŞ’ê şehîd bûn.

Divê bi rêbazeke hiqûqî di dadgeheke navdewletî de werin cezakirin.

Gulê bang li aliyên têkildar kir ku bi lez dadgehê li ser xaka Sûrî ava bikin û ew ê jî wek malbatên şehîdan beşdarî dadgehê bibin.

Bavê Şehîd Ciwan Efrîn jî di sala 2014’an de li Kobanê şehîd bûye got:

Ew çeteyên ku QSD`ê girtine, sûcên şer pêk anîne û bi hezaran şênî kuştine.

Ji ber wê divê werin cezakirin û divê civaka navdewletî dadgeheke navdewletî ji bo darizandina wan ava bike.

Leave a Reply

Back to top button