Almanya li ser daxwaza Tirkiyê kongreya KCDK-E ya ku sibe bihata li darxistin qedexe kir

KCDK-E’yê ragihand ku dewleta Alman kongreya wan a ku wê 11’ê Tîrmehê li Kolnê bihata lidarxistin qedexe kir.

Derbarê mijar de Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCDK-E diyar kir ku Kongreya 4’an a KCDK-E ya ku yek ji saziya Kurdistanî ya herî mezin a Ewropayê ye ku wê 11’ê Tîrmehê li Kolnê a Almanyayê bihata kirin, hate qedexekirin.

KCDK-E destnîşan kir ku hinceta qedexeyê eve ku KCDK-E dewama rêxistina ‘terorê’ ya PKK’ê ye û bi hinceta ku wê 200 rayedarên asta jor a PKK’ê tevlî kongreyê bibin hatiye qedexekirin.

Her wiha KCDK-E fermî li Belçîkayê hatiye avakirin û li gorî hiqûqa Ewropayê fermî ye û mafê wê heye ku li her derê Ewropayê dikare kongreya xwe lidar bixe.

KCDK-E dazanîn ku Almanya van biryaran li ser daxwaza Tirkiyê pêktîne.

Di dawî de KCDK-E bang li hikûmeta Almanya kur ku dev ji vê biryara xwe berde û ji vê şaştiyê vegere.

Back to top button