Li Iraqê dema propagandayê hilbijartina pêjwext destpê kir

Komîsyona Bilid ya serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku heta dîroka 7’ê Cotmeha 2021’an, namzet dikarin propagandeya hilbijartinê bikin.

Rojnewsê diyar kir ku ji 7’ê Tîrmehê de li seranserî Iraqê pêvajoya danasîna namzetan li ser forma dengdanê destpêkirî ye.

Li gorî biryara Komîsyona Hilbijartinê namzetên ku beriya niha hejmara wan hatî diyarkirin, ji niha ve dikarin dest bi propagadaya hilbijartinan bikin.

Tê payîn ku 10’ê Cotmeha 2021’an de hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê pêk were. Divê %25 endamên parlamentoyê jî jin bin.

Back to top button