Dewleta Tirk ji ber ku xutbe bi Kurdî xwendin 9 alim 2 jinên Kurd girt-HAT NÛKIRIN

Di 3’yê Tîrmehê de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê 26 endamên Kongreya Îslama Demokratîk hin saziyên din hatibûn binçavkirin.
Ji wan 9 alim û mele ji ber ku bi kurdî xutbe xwendine û li pêşiya cimaetê nimêj kirine hatin girtin.
Li Stenbolê jî, polîsan êrîşî çalakiya salvegera komkujiya Pirsûsê kir û 6 kes hatin binçavkirin.

Dewleta tirk ji bo ku qirkirna siyasî û çandî li ser gelê kurd pêk bîne, serî li hemû rê û rêbazan dixe.

Li Stenbolê, 9 alim, mele û oldarên kurd ji ber ku xutbe bi kurdî xwendin hatin girtin.

3’yê Tîrmehê de 26 endamên Kongreya Îslama Demokratîk di nav de jî Serokê Komeleya Alimên Olê Ekrem Baran hatin binçavkirin.

Parêzer Vedat Eceli ber edliyeyê axivî û da xuyakirin ku mûvekîlên wî ji ber xwendina xutbeyê bi kurdî hatine binçavkirin.

Mele, alim û oldarên ku hatibûn binçavkirin duh sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hatin kirin.

Piştî ku îfadeya xwe li dozgeriyê dan 9 kes hatin girtin, 17 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Polîsan êrîşî çalakiya salvegera komkujiya Pirsûsê kir û 6 kes hatin binçavkirin

Partiya Sosyolîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), ji bo Komkujiya Pirsûsê meş li dar xistin.

Koma ku bi dûrişmeya “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo herkesî edalet” li kuçeya Balyozê li hev civiya ber bi Qada Galatasarayê ve meşiya.

Piştî destpêkirina meşê polîsan êrîş bire ser komê kir û 6 kes bin çav kir.

Li Mêrdînê 11 jin hatin binçavkirin

Her wiha li Mêrdînê jî dewleta Tirk 6’ê Tîrmehê di operasyoneke qirkirina siyasî de 11 jin binçavkirin, 2 jin jê girtin, 9 jin bi şertê kontrola edlî berdan.

Back to top button